Harrisê ji Netanyahu re got: Dema bidawîkirina serê Xezeyê hatiye
PeyamaKurd - Cîgira Serokê DYAyê Kamala Harris ku xwe amade dike di şûna Joe Biden de bibe namzedê hilbijartinên serokatiya DYAyê ya Partiya Demokrat, di hevdîtina li Koşka Spî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ji Netanyahu re got: "Dema bidawîkirina şerê Xezeyê hatiye."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di çarçoveya serdana xwe ya Washingtonê de li Koşka Spî bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris re hevdîtinên cuda pêk anî.
Bala hemû raya giştî ya DYA û piraniya cîhanê li ser wê yekê bû ku ka wê Harris, di derbarê şerê Xezzeyê de çi peyamê bide Netanyahu.
Harrisa ku piştî Serokê DYAyê Biden ji namzediya hilbijartinên 5ê Mijdarê yên Serokatiya DYAyê vekişiya, di şûna Biden de bû namzeda Partiya Demokrat, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê re ji rojnamevanan re axivî.
Kamala Harrisê got: “Tiştê ku ev 9 meh in li Xezeyê diqewimin êş û azarên giran dide mirov. Dîmenên zarokên mirî û mirovên ji bo canê xwe biparêzin bi bêçarî direvin. Mirovên ku carinan ji 2-3 hefteyan carekê ji bêçarî cihên xwe diguherînin… Em nikarin pişta xwe bidin van trajediyan. Em ê nehêlin ku li hember vê azarê bêhest bin. Ez ê bêdeng nemînim.
Harris diyar kir ku wê ji Netanyahu re "fikarên xwe yên cidî" yên ji "mirina gelek sivîlên bêguneh" ên li Xezeyê û "rewşa mirovî ya giran" a li vê herêmê bi zelalî aniye ziman û got: "Dem hatiye ku ev şer bi dawî bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin