Hat ragihandin ku di êrîsên hewayî de ji 50 yan zêdetir kes mirine
PeyamaKurd – Li Etopyayê li herêma Tigrayê bi sedema şerê navbera hukumetê û Cepha Rizgariya Gelê Tigrayê (TPLF) li devera ew kesên ku ji ser axa rabûne û lê bicîh bûne, êrîşên hewayî birine ser dibistanekî deverê û di encamê de ji 50 kesan zêdetir mirovên sîvîl mirine. Dibistan ji sînorê Eritreyê 40 km dûre û li jîngeha bi navê Adi Daero ye.
Di navbera hukumeta Etopyayê û TPLF ê de ku herêma Tigrayê niha di destê TPLF de ye, ji sala 2020 an heya niha şer dewam dike. Hukumeta Etopyayê û NY heya niha li ser bûyerê daxwuyanî nedane. Tenê kesên ku mafê wan tine li ser bûyerê daxwuyanî bidin, ji 4 çavkaniyan agahî dane û gotine ku hêzên dewletê li dibistanê xistine. Li gor agahiyên nepenî; 50 kes zêde mirine û ji 70 kesî zêdetir birîndar bûne.
Baregeha têkiliyên karên derve yê TPLF ê ragihandiye ku di êrîşê de 65 kes mirine û 70 kes birîndar bûne û bûyerê weka komkujiyê bi nav kirine.
Ji ber di destê TPLF ê de balafir tinene, hukumeta Etopyayê êrîş biriye ser deverê û ev qewîtir îhtîmale.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin