HDL hêvî kir ku hevdîtinên Sûdaniyan yên li Ciddeyê bigihên armanca xwe
PeyamaKurd – Li Sûdanê li dora mehekiye ku şerê di navbera hêzên serokê konseya rêvebir ya Sûdanê û muxalefeta li hemberê wê ya bi navê Hêzên Destekê yên Lezgîn (HDL) ê ku di bin serpereştiya general Muhammed Hamdan Dagalu de ye, dewam dike lê ji bo tehliya diplomat û hemwelatiyên biyanî çend care ku di navbera her dû terefan de agirbes tê ragihandin.
Ji bo terefan li hev bînin, Amerîka û Erebistana Saûdiyê xebatê dikin û her dû terefan li bajarê Erebistanê li Ciddê anîne cem hev. Serokê HDL ê general Muhammed Hamdan Dagalu got ku ew hêvî dike, hevdîtin bigihên armanca ku tê xwestin. Dagalu, di ser hesabê xwe yê Twitterê de got:
“Em xebata Amerîka û Erebistanê Saûdiyê ya ku li bajarê Ciddeyê di navbera terefên Sûdanî de hevdîtinên dane destpêkirin, bi razîbûn qebûl dikin. Ji bo desteka Amerîka û Erebistana Saûdiyê sipasiya wan dikim. Hêvî dikim ku hevdîtin bigihê armanca xwe. Gelek başe ku ji bo xizmet bigihên yên hemwelatiyan û koridora alîkariya mirovî vebe û bigihên agirbesekî, sipasiya wan hêzên herêmî û navdewletî dikim ku dixebitin. Divê hukumetekî sîvîl ava bibe da me derbasî demokrasiyê bikin.”
General Şemseddin el-Kebbaşiyê endamê konseya Sûdanê, berê ragihandibû ku dikarin bi HDL ê re li bajarê Cidde hevdîtinan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin