HDP: Li Silêmaniyê nûnerê me tine û agahiyên hatin dayîn rast nînin

22 October 2022 00:41 0 dîtin
HDP: Li Silêmaniyê nûnerê me tine û agahiyên hatin dayîn rast nînin

PeyamaKurd – HDP ê ragihand ku li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê nûnerê partiyê tineye û agahiyên li ser navê partiyê hatin dayîn rast nînin. Li Silêmaniyê do piştî teqînekî kesên bi navên Meşruk Çiftçi, Ersoy Yılmaz, Hasan Kaçar, Mehmet Söyler, Servet Akdeniz û Şefik Yıldırım ji aliyê hêzên asayîşê de hatibûn girtin û îro serbest hatin berdan.

Di hinek medyayê de ragihandin hebûn ku agahî ji nûnertiya HDP ê ya Silêmaniyê hatine dayîn û gotibûn ku divê kesên hatine girtin serbest bên berdan. Li ser mijarê buroya çapemeniyê ya  HDP ê weha got:

“Li bajarê Silêmaniyê nûnerê me tine. Li Herêma Kurdistanê tenê li Erbîlê nûnertiya me heye. Ji ber wê agahiyên di xeberan de derbas dibin, rastiya wan tineye. Nivîsandina nûçeyan divê li ser bingeha rojnamevaniyê û pîvanên wê bên amadekirin. Divê şaşî û tiştên bibin, bi sedema dezenformasyonê cîh negrin û agahî bên sererastkirin. Ev pîvaneka navdewletiye.

Nûçeyên di çapemeniyê de hatine belavkirin, bingeha nûçegihaniyê îhlal kiriye û agahiyên rast nedane raya giştî. Ji ber wê, agahiyên di nûçeyan de hene, ne li ser bingeha delîl û rastiyê ne.”