HDP: Têkosîna bi FETÖ re, ne mijara î’ada Fethullah Gulen e

09 August 2019 22:48 0 dîtin
HDP: Têkosîna bi FETÖ re, ne mijara î’ada Fethullah Gulen e

PeyamaKurd- HDP sedema ku destekê neda her 4 partiyan da Fethullah Gulen îade bikin, hêj nû ragihand. HDP ê got “ewilî lingên siyasî yên rêxistinê divê derê ortê.” HDP ê bi awayeka nivîskî sedema xwe bo raya giştî ragihand.

HDP ê got ku kesên ku hewl didin da barbê bikin, divê di çarçoveya hûqûq a navdewletî de bên darizandin û î’ada wan nayê niqaşkirin. Di ragihandina nivîskî de HDPê weha got:

“AKP di sala 2002an de hatiye ser îdarê û heya sala 2014an bo cemaetê her cûre alîkariyê kiriye. Gelek caran ev mijara ji aliyê rêvebirên AKP ê de hatiye gotin. Di geşbûn û pêşdeçûna cemaetê de, divê AKP berpirsiyariyê qebûl bike û di vê mijarê de egera edalê tê were cî. Bo her tişt derê ortê me gelek caran pêşniyariyan daye meclisê lê di her carê de, ji aliyê îttîfaqa AKP-MHP ê de hat binpûşkirin.”

HDP dibêje wan gelek caran xwestine ku komîsyoneka hevpar bê avakirin da li ser mijarê bi hûrayî lêkolîn bêkirin lê daxwaza wan hatiye redkirin.