HDP wê bi namzetê xwe têkeve hilbijartinê!

25 April 2018 11:23 0 dîtin
HDP wê bi namzetê xwe têkeve hilbijartinê!

PeyamaKurd- Hevserokê HDPê Sezai Temelli di derbarê hilbijartina serokomariyê de daxuyaniyek da û got ku em ê bi namzetê xwe têkevine hilbijartinê.

Temelli wiha berdewam kir: Me ji bo namzetên xwe hawizek çêkiriye. Brêz Selahaddin Demirtaş jî di nava wî hawizî de ye. Bi ya min divê her partî ji bo tûra pêşî bi namzetê xwe derkeve. Lêbelê divê namzetê wan ji tûra duyem re amade be. Lewra namzet divê di tûra duyem de bikaribe ku rayên hemî aliyan bistîne.

Li ser pirsekê Temelli wiha got: Ez dibêjim tabana me ji bo Meral Akşener ne amade ye ku rayên xwe bidinê.