HDPê pistgirî dide daxuyaniya Serok Barzanî

14 August 2019 13:17 0 dîtin
HDPê pistgirî dide daxuyaniya Serok Barzanî

PeyamaKurd - Parlamenterê HDPê Omer Ocalan piştevaniya xwe ji bo daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ku gotibû “Em careke din rê nadin xwîna Kurdan bê rijtin” nîşan da. Omer Ocalan got: “Em daxuyaniya Birêz Barzanî gelek girîng û watedar dibîn 

Li gorî nûçeya Rûdawê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku ew piştevaniya daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ya duşema 12yê Tebaxê li devera Balekayetî ya ser bi navçeya Çoman a Hewlêrê ve dayî dikin. Herwiha em di vê mijarê de tiştê bikeve ser milê me dixwazin pêk bînin.”

Omer Ocalan, “Bêguman niha Kurdan berî her tişt pêwîstî bi yekîtiyê heye. Di vê mijarê de her roj li Kurdistanê provokasyon rû didin. Daxuyaniya Birêz Barzanî ji bo me girîng û binirx e. Êdi tehemila Kurdan nemaye wenda bikin. Ji bo me Kurdistan yek perçe ye û nabe perçeyek bibe qurbaniya perçeyekê din. Em girîngiyê bi vê daxuyaniyê didin. Em di wê baweriyê de ne ku divê Birêz Barzanî rola xwe bilehîze.”

Ocalan diyar kir ku hêviyên wan ji Serok Barzanî hene û wiha pê de çû: “Her gotina bibêje ji bo me girîng e. Gotinên wî yên derbarê yekîtiya Kurdan de û nêrînên wî yên dibêje ku careke din şerê birakujî dê nebe ji bo me gelek binirx e. Birêz Ocalan jî dixwaze di mijarê de tiştê bike ser milê wî pêk bîne û Birêz Mesûd Bazanî jî hema tiştê dibêje. Ji bo partî li ser heman xala bên ba hev divê em hewl bidin. Ev şerê bi salan e berdewam dike, divê êdî bidawî bibe. Bêguman ev divê di encama bi dana mafê Kurdan û aştiyeke birûmet de pêk were. Piştî ew qas berdêl divê dewlet di warê dana maf, ziman, çand, statû û bihêzkirina rêveberiyên xwecihî de berpirsyariya xwe pêk bîne.”

Serok Mesûd Barzanî îro duyem roja Cejna Qûrbanê, serdana devera Balekayetî kirib û bi kesatîyên wê deverê re û Pêşmergeyên Şoreya Îlonê re civîyabû. Serok Barzanî li Çomanê, ligel kesatî, hejmarek kesayetên olî û Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê re Civîya û piştre jî gotarek pêşkeş kiribû û tê de behsa rewşa deverên sînorî kir û dilgiranîya xwe nîşan da û diyar kir ku ew rê nadin careke din xwîna Kurdan bi destên Kurdan were rijtin.