HDPê têkildarî dirûsmeyên "darvekirina Selo" daxuyanî da

30 May 2023 09:33 0 dîtin
HDPê têkildarî dirûsmeyên "darvekirina Selo" daxuyanî da

PeyamaKurd HDPê bertek nîşanî şermezarkirina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li ser hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattîn Demîrtaş û dirûşmên darvekirinê da.

Erdogan ku li Qesrê bi 'axaftina eywanê' serketina xwe ya hilbijartinê pîroz kir, Demîrtaş weke 'terorîst' bi nav kir û kesên li qadê bi qêrîn 'îdamkirina Selo' daxwaz kirin.

Li ser vê yekê daxuyaniya HDPê wiha ye:

“Erdoganê ku di axaftina xwe ya piştî hilbijartinan de Demîrtaş tahf kir û dirûşmên nefretê berz kirin, bila bizane ku ev gefên vala nikarin me û hevalên me yên ku bi bêhiqûqî rehîn hatine girtin ji rêya me dûr bixin. Em ê li ser rêya xwe bimeşin, em ê azadî, demokrasî û aştiyê bînin vî welatî.”