‘Heger Îran dixwaze têkiliyên xwe bi Amerîkayê re xwes bike…’
Peyamakurd - Amerîkayê ji Rûsya û Îranê daxwaz kir ku ji bo dîtina welatiyê amerîkî Austin Ticeyê ji sala 2012an ve li Sûriyê hatiye revandin, alîkariya wan bikin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Azadkirinan Dîlan, Robert O'Brien di civîneke rojnamevanî de got, “Heger Îran bixwaze pêwendiyên xwe bi Amerîkayê re xweş bike, divê desthilata xwe bikar bîne, ji bo dîtin û vegerandina welatiyê amerîkî yê revandî Austin Tice alîkariya Amerîkayê bike.”
Robert O'Brien herwiha ji Rûsyayê xwest ku, mijarên pêwîst e Amerîka û Rûsya li ser li hev bikin ew e, welatiyên Amerîkî û Rûsî yên bêguneh wek dîlan neyên girtin.
O’Brien xwest ku Rûsya ji bo vegerandina Austin Tice bo Amerîkayê hêza xwe li Sûriyê bikar bîne,

Austin Tice wek rojnamevanekî serbixwe bi “McClatchi Publishing Concern” û rojnameya “Washington Post” re kar dikir û ji meha Tîrmeha 2012an ve li Sûriyê winda ye.
Grûpeke çekdar vîdyoyek belav kiribû û tê de Austin Tice çavgirêdayî diyar bû. Heta niha jî Amerîka ranegihandiye ku wê grûpê ti berdêl yan daxwazek ji Amerîka xwastiye yan na.
Di meha Nîsana bûrî de jî Nivîsgeha Lêpirsînên Federal a Amerîkî ji bo wergirtina zanyariyan derbarê Austin Tice de xelata bi qasî yek milyon dolarî diyar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin