Hejmara 5emîn a E-kovara Kurdî ya moda û makyajê Kubar hat wesandin
PeyamaKurd – Hejmara 5emîn a E-kovara Kurdî ya moda û makyajê Kubar, hat weşandin.
Edîtoriya kovara Kubar daye zanîn: “Van demên di warê modeyê de kar û xebat sekinîne, an jî kêm bûne bêguman hin marke ji bo hebûna xwe biparêzin berdewam dikin û li hemberî vê rewşa xirab ya cîhanê li ber xwe didin. Erê di modeyê de karê hinekan sekinî, lê belê mode nesekinî û her xwe nû dike. Me wekî xebatkarên Kubarê, xwest nûbûn û pêşketina modeyê nîşanî we bidin.”
Kovarê, ligel balevana Kurd Leila Loisê re hevpeyvînek çêkiriye û li ser jiyana wê, çalakî û perwerdeyên wê axiviye. Herwiha cih daye modelvaneke biyanî Xira Raeyê jî û li ser modelbûna wê axiviye.
Pêşnîyazên bedewî û trendên dawî yên jin û mêran, dilsariya zayendî, tenduristiya diranan û agahiyên li ser kovara Vogue jî di vê hejmarê de cih girtine.
E-kovara Kubarê li ser înternetê tê belavkirin, êdî bi abonetî ye û yên bixwazin bixwînin divê bikirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin