Hejmara dengdêrên Herêma Kurdistanê hat ragihandin

18 July 2023 17:00 0 dîtin
Hejmara dengdêrên Herêma Kurdistanê hat ragihandin

PeyamaKurd- Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, hejmara dengdêr û navendên dengdanê yên Herêma Kurdistanê ragihand.

Di derbarê hejmara dengêran de Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî daxuyaniyek da.

Gelayî ragihand ku hejmara dengdêrên ku dê li 53 navendên Hewlêrê deng bidin, milyonek û 312 hezar û 601 e.

Cumana Gelayî eşkere kir ku li Hewlêrê jî hezar û 129 hilbijêrên nû hatine qeydkirin. Her wiha ragihand ku li Duhokê ku 41 navendên dengdanê hene; 887 hezar û 120 dengder hene û hezar û 575 welatiyan jî navên dengderên nû tomar kirine.

Ji bo daneyên dengdêran ên Silêmaniyê jî hat gotin ku li Silêmaniyê milyonek û 441 hezar û 855 dengdêr û 79 navendên dengdanê hene û li wê derê jî hezar û 114 hilbijêrên nû hene.