Hejmara qurbaniyên derdora Balafirgeha Kabûlê gihîst 72 kesan

27 August 2021 11:07 0 dîtin
Hejmara qurbaniyên derdora Balafirgeha Kabûlê gihîst 72 kesan

PeyamaKurd – Berpirsekî Tevgera Talîbanê û nexweşxaneyên paytexta Afganistanê diyar kirin, hejmara qurbaniyên derdora Balafirgeha Kabûlê gihîştiye 72 kesan.

Berpirsê Talîbanê da zanîn, 28 çekdarên Tevgera Talîbanê di teqîna nav Balafirgeha Kabûlê de hatine kuştin û destnîşan kir, hejmara kuştiyên Talîbanê ji yên serbazên Amerîkayê zêdetir e.

Herwiha eşkere kir, ti hincetek ji bo dirêjkirina dema vekişîna artêşa Amerîkayê û hevpeymanên wê tune ye û divê di dema xwe ya diyarkirî de ji Afganistanê derkevin.

Li aliyê din, Tevgera Talîbanê bi fermî teqîna Kabûlê şermezar kir û sedema teqînê jî weke hebûna artêşa biyanî li Balafirgeha Kabûlê nîşan da.

Hejmara kuştiyên artêşa Amerîkayê jî gihîşt 13 kesan, serbazê herî dawî jî ji ber giraniya birîna xwe, vê sibê can da.