Helan ket nava rêya bajarê Orduyê û rê hat girtin

04 March 2025 20:35 0 dîtin
Helan ket nava rêya bajarê Orduyê û rê hat girtin

PeyamaKurd – Li Derya Reş ya terefê Tirkiyê, li bajarê Orduyê li navça Çatalpınarê helan ket nav rê û kir ku rêya navbera navçên Aybastı-Fatsayê ji çûnûhatê re bê girtin. Rayedar li rêyên alternatîv digerin.

Rêya ku bajarê Orduyê navça Aybastıyê û navça Fatsayê bi hevre girêdide, hez li erdê ket û xwelî û kevir ji jor de ketina nav rê. Kevirên mezin rê nedan ku rê ji wan bê paqijkirin.

Erebe, ji her dû aliyan de bi temamî rawestiyane, li pey hev rêz bûne û nikarin di rêya xwe de herin. Rayedar xebatê dikin da rê vekin û rêza heyî vala bikin.