Helbetvanê Kurd û yê dinyayê Cegerxwîn 38 sal berê koça dawî kir
PeyamaKurd – Malbata Cegrexwîn bi xwe ji devera Gurdila ji malbata Mîrên Bêkendê ye. Paşî malbat koç dike û diçe gundê Hesarê yê bi ser navça Kercewsê. Cegerxwîn di sala 1903an de li Hesarê tê dinyayê. Paşî Cegrexwîn diçe Amûdê û li wê derê dimîne. Hêj zaroke dest bi xwendina xwe ya medresê dike. Li devera Amûdê, li herêma Silîva gundê Bameydanê, li devera Behdîna û heya devera Şikakan diçe lê li devera Şikakan naxwîne. Piştî îcaza xwe digre, melatiyê gelek kêm dike û dikeve nav karê siyasetê.
Seyda, siyaseta Kurdîniyê li devera Qerejdaxê ku dikeve navbera Dêrik, Wêşarşehr, Çinar, Sêwerk û Diyarbekirê, di sala 1924 an de li ber destê Şewqî Begê Erxeniyê hîn dibe. Rêbaza nivîsa helbestê li ber destê Mîr Celadet hîn dibe. Dibe yek ji nivîsarê Hawarê yê sala 1932an. Cegerxwîn di mijara çandê de li ser ekola Hawarê ye.
Cegrexwîn bi Celadet Beg re, bi Dr. Ahmed Nafîz, Dr. Nureddîn Zaza, Haco Axa, Hesen Axa, Şêx Ahmedê Xizna, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî, Abdulxaliq Esîrî,Goran, Hevindê Sorî, Hemza Begê Miksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û gelek kesên din re xebitiye.
Cegerxwîn destekê dide damezrandina komara Kurdistanê ya li Mahabadê û tevlî şoreşa êlûnê dibe û gelek alîkariyê dide wan. Di nav Xoybûnê de bi geşayî dixebite. Bi Dr. Nureddîn Zaza re di nav PDK Sûriyê de dixebite.
Di sala 1969 an de diçe sersaxiya Şêx Ahmedê Barzanî cem Mele Mistefa Barzanî. Di sala 1968an de mala xwe dibe Şamê û li wir dimîne.
Cegerxwîn dema helbestên xwe yên di dest de çap dike, di helbestan de bi temamî neteperwerî û evin heye. Di dîwana duyem de ew jî ketiye ber pêlên Marksizma Sowyeta wê demê û tevî pesnê Sowyetê û sosyalîzmê dide jî netewa Kurd datîne pêşiya her tiştî.
Di dema ku bi partiya komonîst ya Sûriyê bi serokê wê Xalid Bektaş re têkilî datîne, dibîne ku di bernama wan de mesela Kurd tine û Seyda xwe ji wan dûr dike heya Dr. Zaza PDK ê datîne û pê re dixebite.
Cegerxwîn di sala 1979an de diçe Îsweçê û heya wefata xwe li wê derê dimîne. Di sala 1984an de di rojekî weka îro de li Îsweçê wefat dike. Cenazê Seyda dîtin Binxetê bajarê Qamîşlo. Bi deh hezarî kes tevlî merasima cenaze bûn û wî di hewşa mala wî ya Qamîşlo de defin kirin. Axaftina ser cenaze jî hevalê wî yê gelek nêz Hemîdê Hecî Silêmanê Hecî Derwêş kir. Cegerxwîn gelek eseran nivîsand. Eserên wî wehanin:
Dîwanên helbestan:
Prîsk û Pêtî, 1945 Şam
Sewra Azadî, 1954 Şam
Kîme Ez? , 1973 Beyrut
Ronak, weşanxana Roja Nû, 1980 Stockholm
Zend-Avista, weşanxana Roja Nû, 1981 Stockholm
Şefeq, weşanxana Roja Nû, 1982 Stockholm
Hêvî, weşanxana Roja Nû, 1983 Stockholm
Aşîtî, weşanxana Avesta, 2003 İstanbul
Salar û Mîdya, weşanxana Avesta, 2003 İstanbul
Şerefnama Menzûm, weşanxana Avesta, 2003 İstanbul
Hîkaye:
Reşoyê Darê, Weşanên Lîs, 2008, Diyarbakır
Cim û Gulperî, Weşanên Lîs, 2008 Diyarbakır
Eserên li ser ziman û çandê:
Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda.
Ferheng (beşa yekem), 1962 Bexda.
Ferheng, (beşa duyem), 1962 Bexda.
Folklora Kurdî, Weşana Roja Nû, 1988 Stockholm.
Berhemên li ser dîrokê:
Tarîxa Kurdistan, 3 cild, 1985-1987, Stockholm.
Ji bilî van berheman hêj gelek berhemên Seyda Cegerxwîn hene. Li seranserê dinyayê yekem helbestvane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin