Hemasê amadebûna xwe ji bo agirbestê ragihand û ji Trump jî alîkarî xwest

15 November 2024 19:03 0 dîtin
Hemasê amadebûna xwe ji bo agirbestê ragihand û ji Trump jî alîkarî xwest

PeyamaKurd - Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê Basim Neîm, îro 15ê Mijdarê ji Ajansa France Pressê (AFP) re ragihand, ji bo her projeyeke agirbestê ya Şerîda Xezeyê ew amade ne, tenê bi şertê ku Îsraîl jî pabendî wê lihevkirimê be.

Basim Neîm, herwiha daxwaz jî ji rêveberiya Amerîkayê û serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir ku, ji bo rawestandina şerê li Xezeyê û herêmê û bidawîanîna azar û nexweşiyên xelkê Filistînê fiişarê li ser hikûmeta Îsraîlê bike.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê got, “Ti pêşniyareke nû ya Hemasê nîne, lê ger bê pêşkeşkirin ew tenê bicihanîna her pêşniyareke rawestandina şer dikin.”

Neîm eşkere kir, wan aliyên navbeynkar haydar kirine ku, ew ji bo rawestandina şer ya bi pêşengîya her aliyekî û projeyê re amade ne ku vekişîna artêşa Îsraîlê ji Xezeyê, vekirina rêya vegera koçberên Filîstînê, pevguhertina dîlan û girtiyan û rêdana bi gihandina alîkariyên mirovî û destpêkirina proseya avadankirina Xezeyê li xwe bigre.

Hêjayî gotinê ye, şerê Xezeyê piştî êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan ya Hemasê bi ser Îsraîlê de destpê kir ku nêzî hezar û 500 sivîlên îsraîlî hatibûn kuştin û 251 kes jî hatibûn revandin. Hê jî 97 revandî di destê çekdarên Hemasê de mane ku Îsraîl dibêje, heta hemû neyên rizgarkirin ew şer ranawestînin.