Hemasê ji bo berdana dîlan sert danî: Agirbesta mayînde
Peyama Kurd - Hemasê di derbarê dîlên Îsraîlî de ragihand ku heya Îsraîl şertê agirbesteke mayînde bi cih neyîne ew ê dîlên ku di destê wê de ne serbest bernede.
Hamasê di daxuyanîya derbarê geşedanên dawî yên şerê li Xezzeyê de gefê li Îsraîlê xwar û şertê serbestberdana dîlên Îsraîlî ragihand.
Di daxuyanîyê de Hemasê angaşt ku rêxistinên Filistînî daxwazê lê wê dikin ku heta Îsraîl şerê li Xezzeyê bi temamî ranewestîne êw dîlên Îsraîlî serbest bernedin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesabê Telegramê yê Hemasê hat weşandin de wiha hat gotin: "Biryareke neteweyî ya Filistîniyan heye. Ger êrîşên Îsraîlê bi berfirehî neyên rawestnandin, di derbarê dîlan û peymanên hevguhertina dîlan de danûstandin nayên kirin."
Di daxuyanîya Hemasê de herçend navê rêxistinên Filistînî nehatibin nivîsîn jî tê zanîn ku di destê rêxistina Cîhada Îslamî de jî dîlên Îsraîlî hene.
Niha li Qahîreyê danûstandinên ji bo gihiştina lihevkirineke nû ya agirbestê tên kirin.
Wek tê zanîn di dawîya meha Mijdarê de agirbestek demkî hatibû ragihandin û ev agirbest tenê 6 rojan dom kiribû û di kêlîya vê agirbestê de di bergîdana gellek Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de 105 dîlên Îsraîlî serbest hatibûn berdan. Tê texmînkirin ku hê jî derdora 120 dîlên Îsraîlî di destê Hemasê de ne.
Misirê diyar kir ku ji hevdîtinên pêşî yên agirbestê tu encam derneketiye û Hamas agirbesteke nû ya demkî qebûl nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin