Hemo Axayê Bismilî cejna 300 neviyên xwe yek bi yek pîroz kir
PeyamamKurd – Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Bismil a Diyarbekirê Serokê Daîreya Zîreetê yê Bismilê Mehmet Aslanê ku bi wekî Hemo Axa tê nasîn, cejna 300 neviyên xwe pîroz kir.
Hemo Axa bi çar jinan re zewicî ye û 56 zarokên wî û zêdetirî 300 neviyên wî hene.
Hemo Axa li ber mala xwe neviyên wî yên hatibûn cejna wî pîroz bikin pêşwazî kir û yek bi yek cejna wan pîroz kir.
Hemo Axa dema pîrozkirina cejna neviyên xwe wiha axivî:
“Îro roja cejnê ye. Bi 300 neviyên xwe re me cejna hev pîroz kir. Gelekî bextewar im ku li vir min cejna zarokên xwe û neviyên xwe pîroz kir. Xwedê wan bibexşîne û gelek cejnan bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin