Hemwelatiyên Îsraîlê Îstenbolê terk dikin

18 October 2023 22:44 0 dîtin
Hemwelatiyên Îsraîlê Îstenbolê terk dikin

PeyamaKurd – Piştî lêdana nexweşxaneyekî taybet ya li Xezayê ku ket situyê Îsraîlê, li gelek deverên dinyayê Îsraîlî hatin protestokirin û li ber balyozxana Îsraîlê ya Îstenbolê jî protesto hatin kirin.

Piştî protestoya Îstenbolê ya li ber balyozxana Îsraîlê, balafirekî Îsraîlê ya rêya hewayî ya Arkiayê ji balafirgeha Tel Avîvê xwe danî balafirxana Îstenbolê. Bende bûn ku balafir di 19.30an de ji Îstenbolê here Îsraîlê.

Balafira duyem wê di 22.00an de bigihê Îstenbolê û hemwelatiyên Îsraîlê yên bixwazin herin Îsraîlê, wê bi balafirê herin.

Îsraîlê duhî ragihandibû ku hemwelatiyên wan yên li Tirkiyê ne terka Tirkiyê bikin û herin Îsraîlê.