Her çar namzedên HUDA PARê wek parlamenter hatin hilbijartin

15 May 2023 19:32 0 dîtin
Her çar namzedên HUDA PARê wek parlamenter hatin hilbijartin

PeyamaKurd – Bi eşkerebûna encamên hilbijartinên parlementoya Tirkiyeyê re, diyar bû ku 4 namzedên parlementeriyê yên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku ji lîsteyên AK Partiyê ketibûn hilbijartinan, wekî parlamenter hatin hilbijartin.

Li gorî encamên dawî, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Endamê Lijneya Giştî ya HUDA PARê Faruk Dînç li Mêrsînê, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr li Dîlokê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî jî li bajarê Batmanê wek parlementer hatin hilbijartin.

Berî niha hatibû ragihandin ku li gorî encamên nefermî, Partiya Çepên Kesk ji Batmanê 4 û AK Partiyê jî 1 parlamenter derxistiye. Lê piştî hejmartina dengên ji derveyî Tirkiyê Partiya Çepên Kesk daket 3 parlementeran, AK Partiyê jî 2 parlamenter bi dest xist ku kesê rêza duyem Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Serkan Ramanlî ye.