Herêma Kurdistanê l Hisyarî: Dibe lehiyê mînan arasteyî deverên paqij kiribe
PeyamaKurd - Welatiyên Herêma Kurdistanê diyar kirin ku ji ber barana zêde ya van rojên dawî, dibe ku li Silêmaniyê mînên ku berê hatibûn binaxkirin, derxistibin ser rûyê erdê û heriya barana zêde teqemeniyên van mînan biribe deverên ku ji mînan hatine paqijkirin.
Serokê Rêveberiya Karûbarên Mînan Muhsîn Şêx Ebdulkerîm got: “Baran û lehiyên jinişk ve, her dem pirsgirêkan peyda dikin. Ew deverên me yên ji mayînan hatibûn paqijkirin hebûn, lê lehiyê ji deverên din mayin anîn van deveran û divê em careke din wan paqij bikin."
Hefteya borî barîna baranê ya zêde li Herêma Kurdistanê li gelek deveran bû sedema rabûna lehiyan û baranê mal û dukanan di bin avê de hişt û di encamê de, li parêzgeha Duhokê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û li parêzgehan ziyanên mezin ên aborî rû dan.
Muhsîn Şêx Ebdulkerîm hişyarî da rêwî û seyrangeran ku li deverên çiya yên ku gumana mîn lê hebin xwe nêzîkî qeraxên çem û robaran nekin.
Li gorî rayedaran, hestî, têlên bixur, kevirên boyaxkirî û daristanên bê rêyên paplûk, ji bo mînan nîşaneyên xeteriyê ne.
Li ser sînorê Herêma Kurdistan û Îranê bi sedan mînên neteqiyayî hene. Ev mîn, di dema şerê Îran û Iraqê yê 1980 heta 1988an hatine binaxkirin. Li gor daneyên Ajansa Paqijkirina Mînan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji 1990an heta niha zêdetirî 13 hezar kes bûne qurbaniyên mînan.
Di destpêka vê mehê de di encama teqîna mînekê de herî kêm 3 parêzvanên sînor jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Ajansa Çalakiya Mînan, ji 2019an ve zêdetirî 5 milyon metrekare zeviyên mînan ên Herêma Kurdistanê hatine paqijkirin.
Li Herêma Kurdistanê di van salên dawî de lehiya di werzê baranên payîz û zivistanê de bûye bûyereke asayî û sedema mirin û ziyanên aborî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin