Herêma Kurdistanê besdarî ‘Rêkeftina Stratejîk a Amerîkayê’ dibe
PeyamaKurd – Di civîna doh 3yê Hezîranê ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ku bi seroktiya Serokwezîr Mesrur Barzanî hat lidarxistin de, li ser beşdariya ‘Rêkeftina Stratejîk a Amerîkayê’ ligel Iraqê, amadebûna Herêma Kurdistanê hatibû nîşandan.
Serokê komîsyona Pêwendiyên Derve li Parlementoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî, li ser destpêkirina danûstandinên stratejîk ên Amerîkayê ligel Iraqê, îro 4ê Hezîranê ragihand, Herêma Kurdistanê jî wê beşdarî danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê bibe.
Rêbwar Babkeyî daye xuyakirin, Iraq û Amerîka di demek nêzîk de dest bi danûstandinên stratejîk dikin û Herêma Kurdistanê jî dê beşdarî wan danûstandinan bibe.
Babekeyî got, “Piştî wan danûstandinan di warên siyasî, ewlehî û aborî de dê di navbera her du aliyan de rêkeftin were îmzekirin. Ev rêkeftin bo Herêma Kurdistanê jî girîng e. Beşdarbûna Herêma Kurdistanê di wan danûstandin û rêkeftinan de dibe sebeba bihêzbûna pêgeha siyasî û îdarî ya Kurdistanê û bandorek baş jî li ser pêwendiyên Washington û Hewlêrê dike.”
Li gorî Babkeyî, rêkeftina han dê Amerîka pabendî wê yekê bike ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike û pêwendiyên aborî yên Hewlêr û Waashingtonê bihêz bike.
Serokê komîsyona Pêwendiyên Derve da zanîn, ew niha mijûlî destnîşankirina şandekê ne da ku beşdarî danûstandinên han bibe ku wê Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî serokatiya wê şandê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin