Hesda Seibî: Komara Erebî ya Misirê ji bo dagirkirina Iraqê hevkariya Amerîkayê dike

30 October 2021 16:28 0 dîtin
Hesda Seibî: Komara Erebî ya Misirê ji bo dagirkirina Iraqê hevkariya Amerîkayê dike

PeyamaKurd – Rêveberekî milîsên Heşda Şeibî diyar kir, Komara Erebî ya Misirê ji bo dagirkirina Iraqê hevkariya Amerîkayê dike.

Emîndarê Giştî yê Milîsên Nuceba ya nêzîkî Îranê Ekrem Keibî li ser twitterê diyar kir: ‘‘Amerîka ya dagirker bi lîste û dema diyarkirî ji bo vekişîna ji Iraqê ve girêdayî tevnegeriyaye, ku divê heta dawiya îsal xwe vekêşe.

Ekrem Keibî da zanîn: ‘‘Amerîka hêzên xwe li Iraqê venekişandine, heta hêzên zêdetir dişîne Iraqê ku beşek ji wan bi rêyên berê û beşek ji wan jî bi agahdariya Hikûmeta Iraqê, ji Washingtonê bi balafirên esmanî yên xetên Misirê ve vediguhêzin Bexdayê.

Rêveberê Heşda Şeibî gefa destpêkirina şerê derxistina hêzên Amerîkayê xwar û eşkere kir: Rewş eşkera dike danûstandinên siyasî şikestine û tenê agirê çek biryara derxistina hêzên Amerîkayê li Iraqê cîhbicîh dike.

Ekrem Keibî destnîşan kir, ku Amerîka beşek ji hêzên xwe yên ji Afganîstanê vekêşandine jî veguhestine ji bo Iraqê.