Hevdîtinên normalîzekirina Sûriye-Tirkiyeyê dîsa destpê dikin

18 June 2024 12:02 0 dîtin
Hevdîtinên normalîzekirina Sûriye-Tirkiyeyê dîsa destpê dikin

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku hevdîtinên normalîzekirinê yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ku bi mehan e rawestiyane, wê bi navbeynkariya Rûsyayê ji nû ve destpê bikin.

Şerq el-Ewset nivîsî ku her du welat wê di demek nêzîk de bi navbeynkariya Rûsyayê bicivin.

Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavkaniyên Tirkî, hevdîtinên asayîkirinê wê di formata Astanayê de bidomin û ev mijar di hevdîtina heftiya borî ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan de bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re jî hat rojevê.

Di raporê de hate diyarkirin ku di hevdîtina Pûtîn-Fîdan de hilbijartinên ku Rêveberiya Xweser plan dikir li Rojava pêk bîne û ji bo meha Tebaxê hat taloqkirin jî hate nîqaşkirin.

Çavkanî; Wî diyar kir ku Tirkiye, Rûsya û Sûriye li dijî vê hilbijartinê ne û ji ber wê jî li ser xeta Enqere-Şamê dikare lihevkirinek pêk were.