Hevdîtina Erdogan û Ozel zêdetirî saet û nîvê dewam kir: 8 sal in CHP û AK Partî neciviyabûn

02 May 2024 18:51 0 dîtin
Hevdîtina Erdogan û Ozel zêdetirî saet û nîvê dewam kir: 8 sal in CHP û AK Partî neciviyabûn

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Parti) Recep Tayyip Erdogan, îro 2yê Gulanê li navenda AK Partiyê pêşwazî li Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel û şanda ligel kir.

Derbarê hevdîtina ku ji medyayê re girtî zêdetirî saetek û nîvê dewam kir de, hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Hevdîtina ku di navbera herdu partiyan de piştî 8 salan tê kirin, biryara wê li pey hilbijartin herêmî yên 31ê Adarê hatibû dayîn ku CHP wek partiya yekem derketibû.

Serokên CHP û AK Partiyê herî dawî sala 2006an civiyabûn.

Ozgur Ozel, beriya civînê ragihandibû, ew dê bi Erdogan bicive û bibîne ka hêviya wan zêdekirina aloziyan e yan diyalog e.

Erdogan jî beriya niha gotibû, ew dixwazin destûreke nû binivîsin û daxwaza piştgiriyê ji opozîsyonê kiribû.

Ji aliyê CHPê ve beriya hevdîtinê hatibû eşkere kirin ku wê gelek mijarên wekî aborî, daraz, siyaseta derve û mijara destûreke nû jî bên gotûbêjkirin.

Ozel beriya hevdîtina Erdogan, bi rêya telefonê bi serokên berê yên CHPê Hîkmet Çetin, Altan Oymen, Murat Karayalçin û Kemal Kiliçdaroglu re axivîbû û pêşniyarên wan wergirtibû.