Hevdîtina Serok Barzanî û Le Drian: Divê baca guhertinên Sûriyê Kurd nedin…
PeyamaKurd - Piştî hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian hat ragihandin ku di hevdîtinê de ji bilî rewşa Iraq û Kurdistanê pirsa Kurdên Sûriyê jî hatiye nirxandin û Serok Barzanî gotiye, divê baca guhertinên li Sûriyê Kurd nedin.
Malpera Serok Barzanî li ser hevdîtina îro 15ê Çileyê ragihand, ji bilî balkişandina li ser keşuhewaya nû ya li Iraq û navçeyê, pêzanînên xwe ji bo qûrbanîdana gelê Kurdistanê li şerê dijî terorîstên Da'îş hebû û tekez li wê yekê jî kir ku bi navê pêkanîna aramî û derneketina terorê li Iraqê pêwîste rêz li pêkhatên dewleta Iraqê û bi taybetî rêz li Herêma Kurdistanê û pêgeh û bandorên wê bigirtin.
Wezîrê Derveyê Fransa ragihand ku welatê wan piştevanê gelê Kurdistanê dimîne û hevkariya siyasî û serbazî û peywendiyên çandî û aboriyên xwe yên li gel Kurdistanê pêş bixin û daxwaza wan ewe ye jî li avadankirina Iraqê de beşdar bibin.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Fransayê kir û spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa û şexsê Wezîrê Derveyê Fransayê kir ku dost û piştevanê gelê Kurdistanê bûne û balkişand li ser serdana Serok Hollande ya Kurdistanê ku li demên teng da serdana Kurdistanê kir û wê yekê dûpat kir ku Fransa dostekî mezinê gelê Kurdistan e. Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransa Serok Barzanî ragihand ku xweşhale bi wan peywendiyan û hîç sînorek ji bo dostayetî û peywendiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa da tûne.
Peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku keşuhewayekî nû û bawerî û rewşeke erênî li peywendiyên di navbera Herêm û Bexda pêkhatiye û Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku ew giriftên ku li navbera her dû aliyan de mane li rêya diyalog û hevdû têgihîştinê bêne çareser kirin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku raste Da'îş li rûyê serbazî têkşikaye, lê belê pêwîste ew sedemên ku bûne hokara serhildana Da'îş nemînin, bo ku carekî din Da'îş serîhilnede.
Di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye her dû alî dilgiraniya xwe nîşandan û wê yekê dûpat kirin ku pêşhat û gûhertinên li nav Sûriye nabê bibê sedema wê yekê ku gelê Kurd û hemwelatiyên Kurd li Sûriye baca wê bidin.
Di derbarê rewşa gelê Kurd li Sûriye û çareserkirina giriftan Serok Barzanî nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo Wezîrê Derve yê Fransa xisterû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin