Hevpeymaniya Cîhanî ya Dijî Cezayê Îdamê: Welatê ku herî zêde cezayên îdamê dide Iraq e

26 February 2025 10:46 0 dîtin
Hevpeymaniya Cîhanî ya Dijî Cezayê Îdamê: Welatê ku herî zêde cezayên îdamê dide Iraq e

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Cîhanî ya Dijî Cezayê Bidarvekirinê ragihand ku Iraq welatê herî zêde yê cezayên îdamê dide ye li cîhanê.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di rapora xwe ya hevpar de cih da cezayê darvekirinê ku li çaraliyê cîhanê tê sepandin.

Li gorî vê raporê, di çend salên borî de li Iraqê gelek caran bidarvekirinên komî hatine encamdan û bi nêzîkî 8 hezar haletan, Iraq welatê ku herî zêde cezayê îdamê di cîhanê de sepandiye.

Di raporê de hat gotin ku hikûmeta Iraqê bi temamî bi binpêkirina mafên mirovan ceza bi cih aniye û beriya bidarvekirinê destûr nayê dayîn ku girtiyan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Li gor raporta Human Rights Watch (HRW) piştî rûxandina rejîma berê, Hikûmeta Iraqê di sala 2005an de dîsa dest bi cezakirinê kir; Heta niha zêdeyî 1145 kes hatine îdamkirin.