Hevpeymaniya Navnetewî: Ew mosekên Îranê gefek rijd e li djî ewlehiya cîhanê
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê di derbarê moşekên destbiserde girtî yên Îranê li avên başûrî yên Îranê diyar kiriye, ew moşekên Îranê gefek rijd e li djî ewlehiya cîhanê.
Balyozxaneya Birîtaniyayê ya li Îmaratê Pêncşemê da zanîn, gemiya şer a Hêzên Deryayî a wî welatî, ji bo yekem car belemên hilgirê moşekên pêşketî yên Îranê û herwiha motorên moşekên Kiroz li rêya Îranê ber bi Yemenê ve di rê de bûn girtine.
Li gor zanyariyan, belemên han barên wan moşekên pêşketî yên Îranê bûn û herwiha motorên moşekên Kiroz bûne ku di nav avên başûrê Îranê de hatine eşkerekirin û ev moşekên pêşketî qerar bû radestî Husiyên Şî`e meseb ên Yemenê bên kirin.
Hêjayî gotinê ye, di Nîsana sala 2015an de, di dema destpêkirina şerê navxweyî yê Yemenê de, Şêwreya Ewlehiya Navneteweyî ji bo pêşî li şerê navxweyî yê Yemenê bigre, biryarnameya 2216an pejrand û li gor vê biryarnemeyê, şandina her core alavên şer ji bo Yemenê qedexe ye, lê rejîma têkder û terorîst a Îranê ji bo berjewendiyên xwe û têkdana ewlehiya deverê bi awayekî berdewam çek û teqemeniyan ji bo çekdarên girêdayî xwe yên li herêmê dişîne.
Herwiha Senatorekî Komarîxwaz yê Amerîkayê jî destnîşan kiriye: “Kêmkirina dorpêçan li ser Îranê, dibe sedema bihêzbûna karên terorîstî yên Îranê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin