Hevsaredarên girtî ji Amedê sewqî Girtîgeha Kayseriyê kirin
PeyamaKurd - Hevşaredarê Hilbijartî yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier, ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Kayseriyê kirin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê Hevşaredarê Hilbijartî yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Misrakli û Hevşareda Peyasê Rojda Nazlier, ji kar dûr xistibûn û li şûna wan qeyûm erkdar kiribûn.
Mizrakli 22yê Cotmehê de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê. Mizrakli niha jî sewqî Girtîgeha bajarê Anatoliya Navîn Kayseriyê kirin.
Li gorî zanyariyên ku parêzerên hevşaredaran daye Mizrakli, Yilmaz û Nazlier roja borî saet di 05.00ê spêdê de şandine Kayseriyê. Sedema şandina wan nehatiye diyarkirin. Wezareta Karên Navxweyî di 20ê Tebaxê de bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarêb Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin