Hevseroka Gistî ya DEMê bi Bafîl Talebanî re civiya

23 December 2024 09:27 0 dîtin
Hevseroka Gistî ya DEMê bi Bafîl Talebanî re civiya

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatimogullari û Hevseroka DBPê Keskîn Bayindir li Nûnertiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê YNKê Bafîl Talebanî re hevdîtin pêk anîn.

Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê hatin nirxandin.

Şandeya DEM Partî û DBPê ji bilî Hevserokên Giştî Hatîmogullari û Bayindir, ji Hevserokên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEMê Ebru Gunay, Berdan Ozturk, Nûnerê Têkiliyên YNKê Derbas Kosret Resûl û Nûnerê Têkiliyên Kurdistanê Salar Serhed pêk dihat.

Di daxuyaniya Partiya DEMê de hat ragihandin ku civîn îro pêk hatiye û şande wê sibê biçe Silêmaniyê.

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Partiya DEMê ya têkildarî civînê de ev agahî hatin dayîn:

“Di hevdîtinê de geşedanên li Rojhilata Navîn bi taybetî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser nehiştina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane hat kirin. Di hevdîtinê de herdu aliyan ragihandin ku li ser parastina maf û azadiyên gelê Kurd û Sûriyê û rêzgirtina li îradeya wan hemfikir in. Di heman demê de bang hat kirin ku hemû aliyên peywendîdar li Sûriyê bêyî cudahî beşdarî proseya veguhêz bibin û pirsgirêkan bi diyalog û rêyên aştiyane çareser bikin û bi beşdariyeke wiha berfireh û rêbazeke demokratîk Sûriyê ji serdema nû re amade bikin.

Em hewldanên Mazlum Abdî yên di vê pêvajoya hesas de bi qîmet dibînin.”

Di hevdîtinê de Serokê YNKê Talebanî diyar kir ku ji bo çareseriya vê pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê, ew ê piştgiriyê bidin her çareseriyekê û got ku prensîba wan a bingehîn parastina mafên gelê Kurd e. Talebanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo vê yekê tên kirin û got ku ew ê li cem Rojava bin.

Talebanî herwiha got: “Di heman demê de em hewlên birêz Mazlûm Ebdî di vê pêvajoya hestiyar de û destpêşxeriyên wî yên ji bo aramiya herêmê bi qîmet dibînin û em hêvîdar in ku hemû aliyên Kurdistanî bi heman hesasiyetê nêzîkî vê mijarê bibin.

Şanda me tekezî li ser wê yekê kir ku wan hewl û destpêşxeriya YNK û Talebanî bi nirx dîtin û got ku ew ê li ser berdewamiya hevkariyê bo parastina mafên gelê Kurd û gelên herêmê berdewam bin. Heyeta me jî di vê dema krîtîk de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û diyar kir ku ji bo aştî û çareseriyê divê ev yek pêk were.

"Şanda me wê sibê biçe Silêmaniyê û li wir hevdîtinên xwe bidomîne."