Hevseroka HEDEPê: Em ê siyaseta tifaqan a li ser windakirina rikeberê xwe biguherînin!

22 October 2023 16:39 0 dîtin
Hevseroka HEDEPê: Em ê siyaseta tifaqan a li ser windakirina rikeberê xwe biguherînin!

PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatimogullari li ser mijarên pirsa Kurd, rojeva Tirkiyeyê, hilbijartinên xwecihî û şerê Îsraîl û Hemasê de ji medya Tirk re axivî. Hatimogullari got: “Em bi kesên me krîmînalîze dikin re kar nakin.”

Tulay Hatimogullari diyar kir: “Eger Tirkiye dixwaze pirsgirêkên navxweyî çareser bike û xitimandinên di siyaseta derve de veke, ji bilî çareserkirina pirsa Kurd ti rêyek nîne. Pirsa Kurd li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê birîneke bixwîn e. Ji ber ku li derve bi qelsiya mijara Kurd li ser maseyê rûdine û bi dîplomasiyeke xirab ji ser maseyê radibe. Em vê yekê di pêwendiyên Rûsya, Ewropa û welatên Rojhilata Navîn de dibînin.”

Hatimogullari li ser siyaseta navxwe ya Tirkiyê jî rexne li CHPê girt û wiha axivî: “Divê hemû kes wekî xwe be. Divê siyaset li gorî prensîban bê kirin. Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê ev e. Hemû kes durû ye. Divê heyama durûtiyê bidawî bibe.”

Hevseroka HEDEPê derbarê hilbijartinên xwecihî de jî ev peyam da: “Me hîn stratejiya xwe ya hilbijartinê diyar nekiriye. Lê vê carê em siyaseta xwe ya li ser windakirina rikeberê me hatibû avakirin diguherin. Wekî berê nabe. Wê demê stratejiya rast ew bû. Tirkiye êdî rejîma niha bi vî awayî qebûl nake. Divê teqez em bi awayekî ji vê rejîmê rizgar bibin. Derbarê tifaqan de jî em bi kesên ku me krîmînalîze dikin û piştî em krîmînalîze dibin ji me re dibêjin `hûn krîmînalîze bûne, li cem me nesekinin` re kar nakin.”