Hewlêr | Koma muzîkê ya 110 kesan amadekariya pêswazîkirina Papa dike

26 February 2021 21:03 0 dîtin
Hewlêr | Koma muzîkê ya 110 kesan amadekariya pêswazîkirina Papa dike

PeyamaKurd – Beriya serdana Papayê Vatîkanê Francisco ku 5ê Adarê dest pê dike, li Iraq û Herêma Kurdistanê amadekarî berdewam dikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê li navçeya Enkawa ya Hewlêrê nêzîkî sê meh in komeke muzîkê ya ji 110 kesan pêk tê, li ser sirûdên ayînî amadekariya pêşwazîkirina Papa dike.

Koma muzîkê ya ji 110 kesan pêk tê û 87 kes wek xwebexş di nav de cih digirin, rojane ji saet 17:00 heta 20:00ê li kilîseyê rahênanê dike.

Wê koma muzîkê 12 sirûdên olî ji bo merasîma pêşwazîkirina Papa amade bike û bi sê zimanên Erebî, Siryanî û Îtalî pêşkeş bike.

Papayê Vatîkanê roja 5ê Adara 2021ê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike, serdana wî çar rojan berdewam dike.

Wê pêşî li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê pêşwaziya fermî ji bo Papa bê kirin û ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bicive.

Papa Francis piştre derbasî Hewlêrê jî dibe û piştî serdana Hewlêrê, 7ê Adarê wê biçe Mûsilê û li wir wê ayînek ji bo qurbaniyên şer birêve biçe.