Heyetên Hamasê û Fetihê ji bo rêvebiriya Xezayê li Misrê hevdîtin dikin

02 December 2024 20:35 0 dîtin
Heyetên Hamasê û Fetihê ji bo rêvebiriya Xezayê li Misrê hevdîtin dikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Misrê Bedir Abdulati ragihand ku heyetên Hamasê û Fetihê ji bo di rêvebiriya Xezayê de li hev bikin, li payîtexta Misrê li Qahîre hevdîtinan dikin. Di hevdîtinê de her dû teref li ser serbestberdana esîran û agirbesê axifîn.

Abdulati, ragihandina xwe di konferansa wezîran ya Qahîre ya ji bo xwurtkirina mudaxeleya mirovî ya ji bo Xezayê de, ji bo rojnamevanan kir. Abdulati got:

“Heyetên Hamasê û Fetihê, ji bo Xezza di bin rêvebiriya Fîlîstînê de be, ji bo bigihên têgihîştinekî hevpar, li Qahîre şêwrê dikin. Heyet ji bo berdana esîran, agirbesê û piştî agirbesê dê çi bikin, danûsitendinan dikin.”

Eger li Xezayê agirbes bibe, rêvebiriya Fîlîstînê û Hamas her yek ji xwe re serîkî bikşîne, dibe ku agirbes nebe. Dewleta Îsraîlê di nav dewletekî de 2 dewletan qebûl nake.