Heyeta Kurdistana Rojava seredana Samê kir

07 February 2020 23:29 0 dîtin
Heyeta Kurdistana Rojava seredana Samê kir

PeyamaKurd- Heyeteka hevbeş ya ku ji Partiya pêşverû, Encumena Sûriya Demokratîk û Rêvebiriya Xweser li payîtexta Sûriyê li Şamê hinek mijaran gotûbêj kirin û vegeriyan Kurdistanê. Endamê wê şandê ku hem şêwirmendê Rêvebiriya Xwesere, Bedran Çiya Kurd bo Rûdawê ragihandiye ku bi perpirsên hukumetê re ti lihevkirinekî çênebûye û tenha li ser pirsên cuda axifîne, dayîn û sitendinekî kirine û dixwazin di atmosfereka baş de li gel Şamê bi awayeka fermî têkiliyan bikin.

Bedran Çiya Kurd, di mijara dayînûsitendina bi Şamê re, bi hêviye û baş bi rêve diçe. Şanda ku çû Şamê ji 3 kesan pêkdihat: Hevseroka Desteya Cîbicîhkar a MSD ê Îlham Ehmed, Şêwirmendê Revebiriya Xweser Bedran Çiya Kurd û endamê polîtburoya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Suleyman. Heman şand 3 roj li Himîmimê bi berpirsên Rûs re jî civiyabû.

Çûna heyetê li ser daxwaza Şamê pêkhat.