Heyeta Kurdistanê bo muzakereyan li Bexdayê ye  

28 March 2021 01:35 0 dîtin
Heyeta Kurdistanê bo muzakereyan li Bexdayê ye  

PeyamaKurd – Heyeta Kurdistanê bo muzakereyên li ser budçeya sala 2021 ê car din çû Bexdayê. Li serê heyetê cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî heye.

Cîgirê sekreterê çapemeniyê yê Talabanî, Semîr Hewramî ragihand ku heyet gihaye Bexdayê. Li Bexdayê wê hevdîtinên li ser budçeyê bên kirin.

Cîgirê serokê parlementoya Bexdayê Beşîr Heddad bi komisyona darayî ya parlementoya Iraqê re û hinek wezîran re civiya bû û gotibû erêkirina budçeya sala 2021 ê li pêşiya para Herêma Kurdistanê ya ji budçeya Iraqê nabe asteng.

Parlementoya Iraqê siba li ser budçeyê dicive.