Hêza Amerîkayê ku vegeriyabû Rojava car din vekisiya

04 November 2019 16:04 0 dîtin
Hêza Amerîkayê ku vegeriyabû Rojava car din vekisiya

PeyamaKurd – Hêzeke mezin a artêşa Amerîkayê ku piştî êrîşên Tirkiyê û biryara Trump ji Rojavayê Kurdistanê vekişiyabû û çûbû Iraqê û piştre dîsa vegeriyabû îro dîsa derket û ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê ket.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku hêza Amerîkayê ya ji karwaneke mezin a leşkerî pêk tê û demek berê ji nû ve vegeriyabû baregeha Sirrin a nêzîkî Kobaniyê dest bi vekişînê kir.

Dîmenên vekişîna hêzên Amerîkî li ser medya civakî jî hatin belav kirin.