Hêzên Amerîkayê di 24 saetên borî de 3 dron li Iraqê xistine xwarê
PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê diyar dike, hêzên wan di 24 saetên borî de, 3 dron li Iraqê xistine xwarê.
Li gor Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) şeva borî di daxuyaniyekê de piştrast kir, 3 dron li Iraqê hatine xistin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, hêzên Amerîkî du dron li rojavayê Iraqê xistine xwarê û çend leşkerên hevpeymaniyê sivik birîndar bûne.
Herwiha destnîşan kir, hêzên Amerîkî droneke din li bakurê Iraqê xistin xwarê, lê di encamê de ti ziyanên canî çênebûn.
Di berdewamiyê de Artêşa Amerîkayê ragihand, ew ji nêzîk ve rewşa Iraq û navçeyê dişopînin û ew ê hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê ji her gefekê biparêzin.
Ev daxuyanî piştî ku Dijetrora Kurdistanê do gotibû, droneke bombekirî li çoleke navçeya Herîrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ketiye û ti ziyanên canî çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin