Hêzên Asmanî yên Îsraîl û Yûnanistanê tetbîqateke hevbes pêk anîn

13 July 2022 20:50 0 dîtin
Hêzên Asmanî yên Îsraîl û Yûnanistanê tetbîqateke hevbes pêk anîn

PeyamaKurd – Hêzên Asmanî yên Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di navbera hêzên asmanî yên Îsraîl û Yûnanistanê de, li asmanên Îsraîlê tetbîqatek hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, di tetbîqatê de îkmala balafiran ji asîman hatiye kirin û ji bo rûbirûbûna senaryoyên cuda rahênana hêzên asmanî hatiye encamdan.

Herwiha hatiye gotin ku ev tetbîqat ji bo hêzên asmanî yên herdu welatan û ji bo parvekirina ezmûnan bûye derkeftek ku di hevkarî û berjewendiyên herdu aliyan de, xwedî girîngiyekê ye.

Hatiye destnîşankirin ku vê tetbîqatê alîkarî li amadebûna hêzên asmanî bo senaryoyên cuda yên şer kiriye.