Hêzên Îranê fermana bilez valakirina 6 gundên sînorî yên Kurdan dan
PeyamaKurd – Hat diyarkirin hêzên Pasewanên Sînor ên Îranê ji rûniştvanên 6 gundên Serdeştê re gotine, gundên xwe ji ber sedemên “ewlehiyê” vala bikin û malên xwe bibin cihekî din.
Li gorî çavkaniyên ji bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, di rojên derbasbûyî de hêzên Îranê bi fermî xelkê 6 gundên ser sînor li Serdeştê agahdar kirine û ji wan daxwaz kirine di zûtirîn demê de malên xwe bar bikin û gundên xwe yên li ser sînor vala bikin.
Hêzên Îranê ji rûniştvanên wan gundan re gotine, ji ber `cihê gundên wan û herwiha nêzîkbûna wan li hêla sor a li ser sînor`, divê gundên xwe vala bikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Nûnerê Serdeşt û Pîranşarê ku kesekî nêzîkî Supaya Pasdaran e di nameyekê de ji bo Elî Şemxanî, Serokê Encûmena Bilind a Parastina Asayişa Niştimanî ya Îranê re gotiye, “Nabe bi biryareke bi vî şêweyî asayişa rûhî û emnî ya wan malbatên hejar li ber çav neyê girtin, ji ber ku veguhestina wan bo gundên derdorê pêwîst e bi rizamendiya wan malbatan be.”
Kemal Husênpûr di nameya xwe de daxwaz kiriye, divê rêkarên pêwîst derbarê veguhestina dilxwaziya rûniştvanên wan 6 gundan de bên girtin da ku bandoreke ewlehiyê çênebe.
Nûnerê Serdeşt û Pîranşarê li parlamentoya Îranê herwiha gotiye, divê xanî û cihên guncaw ji bo wan malbatan bêne avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin