Hêzên Îranê ji bo belav nekirina nûçeyên êrîsên ser Kolberan gef xwar!

26 June 2023 21:04 0 dîtin
Hêzên Îranê ji bo belav nekirina nûçeyên êrîsên ser Kolberan gef xwar!

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê gefê li xelkê dixwin ku nûçeyên derbarê kuştin û birîndarkirina Kolberan de, li ser hesab û kanalên medya civakî belav nekin.

Çavkanî diyar dikin ku bi taybet ji bo belav nekirina nûçeyên derbarê kolberan de, li kanalên Telegramê hêzên Îranê hişyarî dane xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê û gef li wan xwarine.

Rêxistina Mafên Mirovan Kurdpayê jî daye xuyakirin, di heyama salên derbasbûyî de, hêzên ewlehîyê bi guvaşa ser kanalên nûçeyan, rêgirî ji belavbûna nûçeyên derheq rewşa kolberan li ser sînorên bajarê Banê kirine û fermandarên “Hêza Sînorî” her tim îdia kirine ku “bi berçavgirtina yasayan teqe li kolberan hatiye kirin”, lê di rastiyê de dixwazin wiha bidin xuya ku kiryarên wan yasayî bûne.

Hatiye diyarkirin ku hêzên Îranê gef xwarine ku nûçe û hurgiliyên derbarê rewş û êrîşên hêzên Îranê yên ser kolberan belav nekin ku rojane komên kolberan ji aliyê pasdaran ve têne gulebarankirin. Heta di çend rojên dawî de jî di encama êrîşên hêzên Îranê hejmarek kolber hatin birîndarkirin û kuştin.