Hikûmeta federalî ya Amerîkayê dergehê xwe girt
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji ber krîza budçeya avakirina dîwarê sînorê Meksîyaê hikûmeta federal a Amerîkayê dergehê xwe bi awayekî demkî girt.
Krîza budçeyê piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ku got, ew budçeya bêyî fînansmana dîwarê sînorê Meksîkayê îmze nake derket holê.
Ji ber vê jî bi sedema ku Kongres û Koşka Spî li ser budçeyê li hev nekirin, saziyên federalî bê pere man û xebatên xwe 22ê Kanûnê dan rawestandin.
Hêjayî gotinê ye het budçeya nû were pesendkirin saziyên federalî dê dergehên xwe girtî bihêlin û xizmetê nedin bi milyonan welatiyên Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin