Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ji bo pêkanîna madeya 140ê û Referandûma ji bo Kerkûkê bang kir

13 January 2025 12:29 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ji bo pêkanîna madeya 140ê û Referandûma ji bo Kerkûkê bang kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza pêkanîna madeya 140ê ya destûrê Iraqê û pêkanîna referandûmê li Kerkûkê kir.

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

“Li gor madeya 140ê ya Destûra Iraqê ya sala 2005an, divê pêvajoya referandûmê li Kerkûk û herêmên binakok were lidarxistin û hikûmeta federal jî neçar e ku pêvajoya referandumê pêk bîne û pêbendî 31ê Kanûna Yekem a 2007an bimîne.

Hem beriya vê dîrokê û hem jî di 20 salên derbasbûyî de, hemû hikûmetên li pey hev ên Iraqê bi temamî nekarîn referandûmê pêk bînin.

Niha hikûmeta Iraqê xwe amade dike ku bi awayekî yekalî petrol û gazê ji van herêmê wergire û gelê kurd jî di çarçoveya maddeya 140ê de, daxwazên xwe yên rewa yên van herêman dike.

Li gorî her du madeyên 110 û 115ê yên Destûra Iraqê ya sala 2005ê, mafê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê tekez û yekalî ye ku bîrên neft û gazê bi rê ve bibe ku nû hatine dîtin.

Madeya 112ê jî daxwaz dike ku hikûmeta federal û herêmî bi hevbeşî bîrên neft û gazê yên berê yên wek Kerkûk û herêmên derdora wê bi rê ve bibin ku hatine dîtin

Her weha Bexda jî neçar e li ser dabeşkirina dahatên ên berê hatine dîtin, bi Herêma Kurdistanê re li hev bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem amade bû ku beşdarî van rêkeftinan bibe, lê hikûmeta federal bi berdewamî ji erkên xwe yên destûrî bi dûr ket.

Niha hikûmeta federal bêyî ku hikmên Destûra Bingehîn bi giştî û xalên 140 û 112ê bi taybetî li ber çavan bigire, hewl dide peymanên neft û gazê îmze bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê xwe yê destûrî dibîne ku bi hemû îmkanên xwe parêzvaniyê li mafên xwe yên hiqûqî bike û hewl bide ji bo pêkanîna qanûnan ji bo parastina mafên rewa ên gelê Kurdistanê û Kerkûkê.”