Hikûmeta Iraqê li hember rojnamevana Kuwêtê Fecir El Seîd doz vekir
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê bi tometa ku zanyariyên xelet li ser Iraq û serokwezîrê Iraqê belav kirine, doz li dijî rojnamevana Kuwêtê Fecir El Seîd vekir.
Wê rojnamevana Kuwêtê di parvekirineke xwe ya tora civakî ya X de nivîsandibû: ‘’Bi dozeke ku birêz Mihemed Şiya Sûdanî vekirî û ji aliyê Wezareta derve ya Iraqê ve hatiye pêşkeşkirin û ji ber rexne û nêrînên xwe ez dê li pêş dozgerê giştî yê Kuwêtê amade bibim.’’
Herweha dibêje; ‘’Nizanim Sûdanî berî wê doza li dijî min vekirî bi encam bibe, dê li ser peywira xwe bimîne yan dê dev jê berde.’’
Fecir El Seîd dibêje: "Siyasetmedarê ku baweriya wî bi xwe bê, deriyên azadiyê li welatê xwe vedike û hewla destdanîna ser wan azadiyan nade li derveyî welatê xwe û herî kêm li dijî kesekî ne Iraqî wê nake. Ez ji dil dibêjim Xwedê alîkarê Iraq û iraqiyan be.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin