Hikûmeta Iraqê 400 milyar dînar wekî deyn ji Herêma Kurdistanê re disîne
PeyamaKurd - Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Bexdayê Faris Îsa îro 11ê Hezîranê eşkere kir ku Encûmena Wezîran a Iraqê biryar daye 400 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.
Faris Îsa got ku dê ev pere wek deyn ji Herêma Kurdistanê re bê şandin û piştî pesendkirina projeyasaya budçeya Iraqê jî mehane ji pişka Herêma Kurdistanê were birîn.
Hêjayî gotinê ye, şandina vê beşa pereyan piştî ku Parlamentoya Iraqê roja 6ê Hezîrana 2023yan madeya 12 ya projeyasaya bûdçeyê pesend kir pêk tê. Di projeyasaya budçeyê de pişka Herêma Kurdistanê di budçeya giştî de ji %12.67 hatiye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin