Hikûmeta Iraqê ji bo rêgirtina qaçaxçîtiya pereyên biyanî kete tevgerê
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Iraqê ji bo ku rê li ber qaçaxçîtiya pereyên biyanî yên dikevin nav Iraqê bigire, tedbîrên nû distîne.
Li gorî daxuyaniya wezaretê wê li ser xalên kontrolê yên otorêyên navbera bajaran, cîhazên ‘sonar’ ji bo tespîtkirina hatina pereyên qaçax werin bicihkirin.
Wezareta Navxwe ya Iraqê diyar kiriye ku wê ev karê pêşîgirtina pereyên biyanî yên qaçaxî bi hevkarî û hevahengiya navbera Rêveberiya Herêma Kurdistanê bê kirin û cîhazên sonar liser rêyên bajaran pev girê didin werin danîn.
Li gorî hikûmeta Iraqê, sedema bingehîn a ketina nirxê dînar li hember dolarê Amerîkî pereyên qaçaxî yên dikevin nav Iraqê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin