Hikûmeta Iraqê posta cîgirê SOMOyê dide Hikûmeta Kurdistanê

02 April 2023 15:41 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê posta cîgirê SOMOyê dide Hikûmeta Kurdistanê

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê eşkere kir ku Hikûmeta Iraqê razî bûye postê Cîgirê Rêveberê Kompanyaya SOMO bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Komîta Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Nehro Riwandizî da xuyakirin, Hikûmeta Iraqê razemendî nîşan daye ku postê Cîgirê Rêveberê Kompanyaya SOMO bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê û komîteyeke hevbeş ji 4 kesan, ku 2 ji SOMO û 2 jî ji Herêma Kurdistanê pêk tê, ji bo pêdaçûnê li ser girêbestên petrolê û awayê firotina petrola Herêmê bikin tê avakirin.

Riwandizî got: “Hejmareke nû ya bankî dê ji bo dahata petrola Herêma Kurdistanê û di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi çavdêriya Hikûmeta Iraqê de bê vekirin. Ligel destpêkirina firotina petrolê, nirxê petrola Herêma Kurdistanê bi nirxê SOMO û cîhanî tê firotin. Ev rêkeftin berdewam dibe, heta pesendkirina projeyasaya bûdceyê.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Enerjiyê Bêwar Xinsê jî îro 2yê Nîsanê ji K24ê re ragihandiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di nava 48 demjimêrên bê de, dê rêkeftinekê li ser dubare hinardekirina petrolê îmze bikin. Hikûmeta Iraqê piştre jî bi nivîseke fermî dê daxwaz ji Tirkiyê bike ku hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.”

Li gorî rêkeftina Bexda û Hewlêrê, ji bo firotina petrola Iraq û Herêma Kurdistanê, dê komîteyeke hevbeş di navbera Wezareta Petrola Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê avakirin û pişkê Cîgirê Rêveberê kompaniya petrolê ya Iraqê SOMOyê jî ji Kurdan re bê dayîn.