Hikûmeta Kurdistanê bi kompaniyeke Îspanî re peymana projeya trênê îmze kir
PeyamaKurd - Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm, îro 1ê Nîsana 2022yan peymana projeya trênê ya Herêma Kurdistanê bi kompaniyeke Îspanî re îmze kir.
Wezareta Avakirinê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, Wezîrê Avakirinê Dana Ebdulkerîm bi merasîmekê peymana projeya rêya trênê ya Herêma Kurdistanê îmze kir ku wê kompaniya Trans a Îspanî wê projeyê bicih werîne.
Dana Ebdulkerîm got: “Îro me bi kêfxweşî peymana projeya xeta trênê ligel kompaniya Konsul Trans a Îspanî îmze kir, em hêvîdar in ev destpêkeke baş be ji bo ku ev proje li Herêma Kurdistanê dest pê bike.”
Wekîlê Wezîrê Avakirinê Agirîn Ebdullah di civîneke rojnamevanî de diyar kir, Wezareta Avakirinê pêngaveke din bi mebesta pêkanîna projeya rêya trênê li Herêma Kurdistanê avêtiye.
Agirîn Ebdullah got: “Ev kompaniya Îspanî şareza ye di encamdana lêkolîna aboroyê de û ev peyman jî ji bo wê yekê ye ku bizanin ev proje çi bandoreke erênî li ser aboriya Herêma Kurdistanê û jîngeh û warên din dike, ku dê çendîn raportan amade bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin