Hikûmeta Samê ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat cezakirin
PeyamaKurd – Hikûmeta Şamê, ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hat cezakirin û ji mafê dengdayînê hat bêparkirin.
Piştî hat piştrastirin ku Hikûmeta Şamê çekên kîmyewî bi kar aniye, welatên endam ên OPCW, biryara cezakirina rejîma Esed xist dengdanê û biryar ji aliyê 87 welat ve hate erêkirin.
Hevkarên Hikûmeta Şamê mîna Îran, Rûsya û Çîn jî di nav de, 15 welat li dijî biryar bûn, 34 welat jî bêdeng man.
Hikûmeta Şamê dibêje, biryar bi armanca zêdekirina zextan pêk hatiye.
Wezareta Karûbarên Derve ya Hikûmeta Şamê jî ev yek red kir û îdia kir, biryara Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, bi armanca zêdekirina zextên li ser Sûriyê pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin