HILBIJARTINÊN ÎRANÊ - Li gorî encamên ewil Pezeskiyan li pês e

29 June 2024 09:30 0 dîtin
HILBIJARTINÊN ÎRANÊ - Li gorî encamên ewil Pezeskiyan li pês e

PeyamaKurd – Di 14emîn Hilbijartinên Serokomariya Îranê de Mesûd Pezeşkiyan bi 5 milyon û 354 dengan di pêşbirkê de ye û Seîd Celîlî jî bi 4 milyon û 875 hezar û 269 dengan di rêzê de ye.

Li gorî Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Navxwe ya Îranê, heta niha 12 milyon û 58 hezar û 843 deng hatine hejmartin.

Di berbelavbûna dengan de Pezeşkiyan bi 5 milyon û 354 dengan di pêşbirkê de ye û Celîlî jî bi 4 milyon û 875 hezar û 269 dengan di rêzê de ye.

Muhammed Bakir Kalibaf bi milyonek û 620 hezar û 628 dengan di rêza sêyemîn de ye û Mustafa Purmuhammedî jî bi 95 hezar û 172 dengan di rêza çaremîn de ye.

Ji bo ku were hilbijartin divê 50+1 dengan bi dest bixe.

Namzetên ku di tûra yekem de bên hilbijartin divê ji sedî 50+1 dengan bistînin.

Ger di tûra yekem de namzedek ku ji sedî 50+1 zêdetir bi dest bixe tune be, 2 namzedên ku herî zêde deng bi dest bixin wê derbasî tûra duyemîn bibin û di tûra duyemîn a 5ê Tîrmehê de serketî bibe 9emîn Serokomarê welêt.