Hilbijartinên Îranê li Herêma Kurdistanê jî bi rê ve diçe
PeyamaKurd – Pêvajoya dengdana hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê li Herêma Kurdistanê jî didome. Li Herêma Kurdistanê jî ji bo dengdêrên Îranê dikaribin rayên xwe bidin sandoqên dengdanê hatine vekirin.
Hejmara dengderên Îranê yên li Herêma Kurdistanê neyên zanîn jî, şertê tevlîbûna dengdanê ew e ku dengder welatiyê Îranê be û jiyê wî gehiştibe 18 saliyê û pasport an jî nasnameyeke fermî ya Îranê hebe.
Hate ragihandin ku piraniya sandoqên dengdanê yên hilbijartinên Îranê li Hewlêrê wek sandoqên gerok hatine erkdarkirin û dibe ku tenê yek sandoqeke bi cih be û ev sandoq li nav Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê hatiye danîn. Pêvajoya dengdanê di demjimêr 08:00ê sibehê destpê kir û wê heta 08:00ê êvarê bidome.
Hate hînbûn ku sindoqeke dengdanê li Konsulxaneya Îranê ya Silêmaniyê jî hatiye danîn û welatiyên Îranê ku hejmara wan 500 heta 600 kesan e beşdarî dengdanê bûne.
Hemwelatiyên Îranî her wiha dikarin li Helebce, Kerkûk û Kelarê jî tevlî dengdanê bibin û ji bo vê yekê jî sindoqên gerok hatine dabînkirin.
Berpirsê Birêvebirina Hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê yên li derveyê Welat Elîreza Mehmûdî ragehand ku ji bo hemwelatiyên Îranê yên li derveyê Îranê 340 sandoq hatine terxankirin, ji wan jî 23 sandoq li şeş parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê hatine danîn.
Ji aliyê din ve hate diyarkirin ku ji bo li Herêma Kurdistanê dengdana hilbijartinê bi awayekî baş derbaz bibe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê yên herêmê hemû bergiriyan standine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin