Hilbijartinên Koreya Basûr: Rê li ber serokkomariya Lee Jae-myung vebû

11 April 2024 12:25 0 dîtin
Hilbijartinên Koreya Basûr: Rê li ber serokkomariya Lee Jae-myung vebû

PeyamaKurd - Di hilbijartinên giştî yên Koreya Başûr de, Partiya Demokrat a lîberal a opozisyonê, ligel partiyên din ên piçûk ku pê re hevalbend bûn, dekarebûn ji 300î 192 kursiyên parlamenê bi dest bixin.

Piştî têkçûna Partiya Hêza Gel a desthilatdar, Serokwezîr Han Duk-soo û serokê partiyê Han Dong-hoon ji daxwaznameyên destjikar berdanê pêşkêş kirin.

Ev hilbijartinên giştî yên Koreya Başûr ji bo serokkomar Yoon Suk-Yeol bû weke referandumekê.

Serokê Partiya Demokrat Lee Jae-myung, di hilbijartinên serokkomariyê yên 2022yan de li hemberî Yoon Suk-Yeol bi ferqeke ji sedî 0,73 têk çûbû.

Di van hilbijartinan de hem partiya desthilat û hem jî opozisyonê hewl da ku bi hevkarîkirina li gel partiyên piçûk rêjeya dengên xwe zêde bikin.

Pergala hilbijartinan a Koreya Başûr rê dide ku partiyên rêjeya dengên wan kêm in, bi rêya hevkariyan dikaribin di parlamentoyê de cih bigirin.

Piştî hilbijartinê Serokê Partiya Demokrat Lee Jae-myung serkeftina partiya xwe wek “Serkeftina mezin a gel” pênase kir û da zanîn ku divê ji niha û pê ve hemû alî li hev kom bibin û li dijî qeyrana aborî ya heyî têbikoşîn.

Piştî vê serkeftinê egera ku Lee Jae-myung bibe Serokkomar zêde bû.